Dadgehê biryar da Turk û Tugluk bi zorê bînin danişînê
Her du Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk tevlî rûniştina dozên ji wan re hatîn vekirin de, nebûn. Di rûniştina ku wekîlên her du parlementeran amade bûbûn de, Dadgehê biryar da ku Ahmet Turk û Aysel Tugluk bi darê zorê bînin daneşînê. Hêjayî gotinê ye ku, ji her du Hevserokên KCD'ê re doza "Propagandaya rêxitsinê kirine" kirine û doz heta niha berdewam dike.
