Alınak: Li Tirkiyeyê pêdivî bi partiyeke nû ya kurd heye
Alınak, îro di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, destnîşan kir ku partiyên siyasî yên kurd ku Enqereyê weke cihê çareseriyê dibînin, di çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de bê qabîliyet in û wiha got:
“Wisa bûye ku nikarin mafên qanûnî yên Abdullah Öcalanê ku bi saya wî siyaset dikin û niha di Girtîgeha Îmraliyê de ye jî biparêzin.”
Alınak, diyar kir ku dewleta Tirk şerek dimeşîne lê vî şerî di bin navê “têkoşîna bi terorê re” de înkar dike û wiha berdewam kir:
“Lê siyasetmedarên kurd ên li Enqereyê heta niha li hemberî vî şerî ji xeynî hin gotinên ku li guh xweş tên, tu tiştekî din nekirine.”
Alınak, da zanîn ku pêdiviya kurdan bi partiyeke nû ya siyasî ku ji xwe re “şoreşê dike armanc” heye û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:
“Partiya ku divê nû bê avakirin, pêwîst e di hemû qadan de alternatîfan biafirîne û sîstemê di nava kozikên xwe de bihelîne. Piştî rêxistinbûneke berwarî û tîkane, divê amadekariyên pir mezin û berfireh ên sazîbûnê bimeşîne û piştre li Kurdistanê referandûmeke defakto birêxistin bike. Piştre jî divê serî li Neteweyên Yekbûyî bide. Li wir divê dinyayê rakin piyan. Zordest wê çaxê dê bibînin ka çawa ye.”
AKnews
