Li Suriyeyê pitir ji 70 kes hatin kuştin
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê diyar kir ku duh li cihên cuda yên vî welatî di encama pevçûnên di navbera muxalîf û hêzên ewlehiyê de zêdetirê 70 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistinê bilêv kir ku di nava kesên hatine kuştin de, sivîl, hêzên ewlehiyê û leşkerên alî guhertine hene.
Di aliyê din de ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyeyê SANA'yê destnîşan kir ku duh li bajarên Dera û Îdlîbê di encama êrîşa li hemberî hêzên ewheyî ya bi çek de 2 endamên hêzên newlehiyê û kelek kesên bi çek jiyana xwe ji dest dane.
