• Friday, 06 February 2026
logo

Li Suriyeyê pitir ji 70 kes hatin kuştin

Gulan Media November 15, 2011 Nûçe
Li Suriyeyê pitir ji 70 kes hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Suriyeyê duh di encama operasyon û pevçûnan de zêdetirê 70 kes hatin kuştin.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê diyar kir ku duh li cihên cuda yên vî welatî di encama pevçûnên di navbera muxalîf û hêzên ewlehiyê de zêdetirê 70 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistinê bilêv kir ku di nava kesên hatine kuştin de, sivîl, hêzên ewlehiyê û leşkerên alî guhertine hene.

Di aliyê din de ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyeyê SANA'yê destnîşan kir ku duh li bajarên Dera û Îdlîbê di encama êrîşa li hemberî hêzên ewheyî ya bi çek de 2 endamên hêzên newlehiyê û kelek kesên bi çek jiyana xwe ji dest dane.
Top