• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Konsulusê Îtaliyayê Kir

Gulan Media November 15, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Konsulusê Îtaliyayê Kir
Duh cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Serokwezîrê berê yê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îtaliyayê yê li Bexdayê kir.

Di hevdîtineke de ku, Berpirsê Konsulusxaneya Îtaliyayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû, ji bilî giftûgo kirina rewşa giştî ya Îraq û Kurdistanê hevdem peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îtaliyayê de û her weha çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han jî hate nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kirin û dan zanîn ku, pêwîste kompaniyên Îtalî li Kurdistanê de dest bi karê pîşesazî û hilbirînê bikin.
Top