Serokê Herêma Kurdistanê salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê li cemawerê Silêmanî pîroz kir
Ji bo 227 saliya damezrandina bajarê Silêmaniya delal ve pîrozbahiyeke germ li tevahiya xelkê bajarê helmet û qurbanî dikim û hêvîdarim pêşxistin û geşbûneke zêdetir bi xwe ve bibîne ku hevşana xebat û westabûna gelê Kurd bi giştî û cemawerê Silêmanî bi taybetî bê.
Silêmanî li dîroka xwe de rol û bandora xwe ya li tevgera Kurdayetî, edeb, ronakbîrî û kultûra Kurda da diyar û berbiçave.
Li destpêka salên 1940 an de, dema Barzaniyê Nemir li ser rêbaza Kurdayetî ji aliyê dagîrkerê wê serdemê ve nefiyê Silêmanî kiribûn, cemawerê Silêmanî piştgiriyeke germ lê kirin. Her wiha li karwana şoreşa mezina eylûl da çendîn qurbanî daye û rûpelên dîroka wê şoreşa pir destkefta gelê me cewherên wê rastiyê ne.
Li vê salvegerê da ku îro gelê Kurdistanê xwedî Serokayetî, Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistane baştirîn wefadarî ji bo xebat û têkoşîna cemawerê vî bajarê delal, pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetire.
Li dawiyê de carekî din salvegera damezrandina Silêmanî li tevahiya xelkê vî bajarê delal pîroz dikim û hêviya pêşketina bi berdewamiyê dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14/11/2011
