BDP ji Barzanî navbênkarî xwestiye
Barzanî, çend caran eşkere kir ku ew ji bo aştiyê çûye Tirkiyê.
Hevseroka DTK Aysel Tuğluk axifî û got wan ji Barzanî daxwaza navbênkariyê kirine.
Barzanî jî amadebûna xwe aniye ziman û ji xwe wî berê jî behsa pêkanîna aştiyê kiribû.
Di wê hevdîtinê de ku 2 seetan dirêj kiribû, li gora ku Aysel Tuğluk dibêje, Barzanî ji wan re gotiye ku guhertinên ku makezagonê de werin kirin di cih de ne û maqûl in.
Barzanî her wiha ji wan re gotiye ku ew hinekî sebir bikin û çi dibe bila bibe wê li dawiyê Kurd bigihên mafê xwe.
Aysel Tuğluk ji rojnameya tirkî Vatan re axifî û got ku wan ji Barzanî navbênkarî xwestin û gotin di vî warî de çi bikeve ser milê wan ewê bikin.
Aysel Tuğluk her wiha diyar kir ku ne tenê di nava Kurdên Iraqê de, di nava Kurdên bakur de jî Mesûd Barzanî tê hezkirin.
Avestakurd
