• Tuesday, 03 February 2026
logo

serokê Hikûmeta Herêmê pêşwazî ya balyozê Berîtanya li Îraqê û şanda digel de kir

Gulan Media November 14, 2011 Nûçe
serokê Hikûmeta Herêmê pêşwazî ya balyozê Berîtanya li Îraqê û şanda digel de kir
Duhî,li avahyê Civata wezîran li Hewlêrê serokê Hikûmeta Herêmê Dr. Berhem Salih pêşwazî li baliyoza Berîtanya li Êraqê Michel Naron û şandeya nûneratiya rewşenbîriya wê welatê kir.

Di civînêde li ser peywendî û çalakiyên hevparê çandî, û xwandina bilind di navbera Êraq, Herêma Kurdistan û Berîtanya hat kirin.

Serokê Civata rewşenbîriya Berîtanya dazanîn ku armanca serdana wê ji bo Herêma Kurdistanê damezirandina Civata rewşenbîriya Berîtanya li zanîngeha Selahedîn li hewlêrê ye.

Her wiha serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih piştîwaniya xwe ji vebûna Civata rewşenbîriya Berîtanya li zanîngeha Selahedînê daxuyakirin.
Top