Daxuyaniyek ji Ajansa Parastina Asayşa Herêma Kurdistanê
Ev texta vê daxuyaniyê ye:
Mixabin di nava rewşa aram û azad ya Kurdistanê de ku, ajansa parastinê jî bi serbilindî di warê bi dest xistina vê de roleke gelek girîng lîstiye car car hin aliyên ragihandinê êrîşên narewa dikin ser ajansê û hewl didin daku, nava ajansê xira bikin û bêyî ti bingeh, esas û rastiyek êrêşên curbicur dikin ser ajansê û ajans teşhîr dikin û nava ajansê jî dixina nava hin tiş û hin babet û mijaran de ku, bi ti awayî ti peyvendiyeke xwe bi ajansê re tunene.
Bo nimûne di rûpela 17an a rojnameya Hawlatî ya hijmara 775an ya ku, di roja çarşemî (19.10.2011) de nameyekî welatiyek hatiye belav kirin û di vê nameya han de nava ajansê jî hatiye bikaranîn, tiştêk ku, liwir pêwîste were gotin eve ku, rojnameya nav hatî bi zanebûn û armanc navê ajansê bikar aniye.
Lê piştî lêkolînên me eşkere bû ku, ev kêşeya han kêşeyeke qanûniye û bi ti awayî peyvendiya xwe bi ajans ajî bi karmendên ango karmendekî ajansê ve tuneye. Stafa rojnameya han jî gelek bi asanî dikarî bûn ku, li meseleyê hur bibin û bizanibin ku, naveroka meseleyê çiye.
Liwir de em dixwazin ji bo ku, welatiyên me bi başî ji vê meseleyê fêm bikin çend xalên sereke yên naveroka vê meseleyê eşkere dikin.
1- di derbarê destgîr kirina her dû welatî bi navên Îsmaîl û Reva, welatiyek li hember ev dû welatiyên han li navenda asayîşa Iskanê de dozek ve kiriye û navenda han jî ev doz pêşkêşî dadgehê kiriye û dadgeh biryara girtina wan dû welatiyan daye û bi ti awayî kêşeye ev dû welatiyên han negehêştiye ajansa parastinê.
2- piştî bi dawî hatina lêkolînên dadgeh û pêvajoya darizandinê, Dadwerê doza han nivîsek di derbarê kêşeya han de pêşkêşî Birêveberatiya asayîşa Hewlêrê kiriye. Li jiber nebûna fakter û sedemên ewlehî Berêveberatiya asayîşa Hewlêrê ev dosyeya han careke din ji bo Birêveberatiya polîsê Hewlêrê şandiye û li gorî qanûn û mekazagonan Polîs û dadgeh ev doza han şopandine.
Ji aliyeke din ve jî kanal û malpera NRT di derbarê Birêveberê berê yê asayîşa Îbrahîm Xelîlê de babetên wisa belav kirine ku, qaşo Berêveberê berê yê asayîşa Îbrahîm Xelîlê ji aliyê asayêşê ve hatiye girtin û ji aliyê ajansa parastinê ve jî hatiye refandin.
Ev nûçeya han bi ti awayî bingeh û esasê xwe tuneye jiber ku, Berêveberê berê yê asayîşa Îbrahîm Xelîlê ji ber dozeke medenî ji aliyê dadgehê ve hatiye destbiser kirin û ti peyvendiyeke vê kêşeya han bi ti saziyeke ser bi ajansa parastinê ve tuneye.
Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê
13.11.2011
