• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê hikumetê dawî bi serdana xweya jibo Emrîkayê anî û vegera herêmê

Gulan Media November 13, 2011 Nûçe
Serokê hikumetê dawî bi serdana xweya jibo Emrîkayê anî û vegera herêmê
Duhî,şemê serokê hikumeta herêma kurdistanê Dr. Berhem Salih piştî serdanekê jibo Emrîka vegera herêma kurdistanê.

Dr. Berhem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê , li roj şembî ya derbas buyî 5-11-2011, serdana Emrîkayê kir û digel berpirsên bilindên koçka Sipî û Kongirisê û wezareta derve û weberhênerên wî welatî civîn pêkanîn , herweha beşdarî ya çendîn konfirans û korbendên aburî jî kir.

Serokê hikumetê li bajarê Nîyoyorkê serdana baregahê rêkxistîya NY kir û digel sekretêrê giştî yê NYê civî ya.

Di serdana xwe de Dr. Elî Sindî wezrê Pilandanê hevaltî ya serokê hikumetê dikir û li Emrîka jî Qûbad Talebanî nunerê hikumeta herêmê li Waşintonê û Semîr Sûmeyd balyozê Iraqê li wî welatî beşdarî civên û kombunênê serokê hikumeta herêma kurdistanê bûn.
Top