Yekitiya erebî ji ber bikaranîna tundiyê li dijî sivîlan, endamtiya Sûriyê cemidand.
Li gorî nûçeyan, yektiya erebî di civîna xwe de, biryar da cezayên siyasî û aborî bi ser Sûriyê de bisepîne û endamtiya wê bide cemidandin.
Li gorî nûçeyê, serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Hamad Bin Casim, ji welatên erebî xwest, balyozên xwe ji Şamê vekişînin.
Casim, ji Sûriyê xwest, êdî li dijî sivîlan tundiyê bi kar neyîne û ji partiyên dijbere yên Sûriyê jî xwest, civîn û karên xwe li navenda yekitiya erebî saz bikin û xwe bikin yek.
