Bazgehên ‘şerê navxwe’ tên rakirin
Rêveberê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê Îmset Ergoşî got, li ser biryara serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê hemû bazgehên navbera parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê û yên navxwe yên herêmê bên rakirin.
Ergoşî, diyar kir, bazgehên Dêgele û Hîranê hatin rakirin û hewl tê dayîn ku bazgeha Balîsanê jî bê rakirin û bo vê yekê, hemahengî digel aliyên eleqedar hatiye kirin.
Rêveberê asayişê, da zanîn, bazgehên navbera parêzgehên Duhok û Hewlêrê dê bimînin, ji ber ku sînorên van her du parêzgehên herêmê digel hinek parêzgehên Iraqê yên aloz, hevbeş e.
Cîgirê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê Celal Kerîm, derbarê sedema rakirina van bazgehan ji AKnewsê re got, serokê herêmê hebûna van bazgehan zêde dibîne, ji ber ku nav herêmê rewşa ewlehiyê baş e û tu arîşeyek tune û pêwîstî bi van bazgehan nîne.
Wek tê zanîn, di heyama şerê navxwe yê navbera PDK û YNKê de, hinek bazgeh navbera parêzgehan hatibûn danîn ku nîşana hebûna desthilata wê partiyê bû.
AKnews
