• Thursday, 05 February 2026
logo

Jimara kesên di erdhejê de mirin bû 32

Gulan Media November 12, 2011 Nûçe
Jimara kesên di erdhejê de mirin bû 32
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatê (AFAD) ragihand ku di encama erdheja di 9’ê mijdarê de li Wanê xist de 32 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.

AFAD’ê der barê erdhejên di 23’ê cotmehê û 9’ê mijdarê de li Wanê xistin de daxuyaniyekê da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama erdheja di 9’ê mijdarê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê di erdheja di 23’ê cotmeha 2011 de li Wanê xist de bi giştî 604 kes jiyana xwe ji dest dan û 222 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin.

ANF
Top