Serokê Parlementoya Îtaliyayê Pêşwaziya Heyeta Kurdistanî Kir
Piştî merasima pêşwaziyê Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên silav û rêzên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşkêşî Serokê Parlementoya Îtaliyayê kir û hêviya serkeftinê ji bo konfernasa hevpeymanên demokratîk xwest ku, li Îtaliyayê îro hatiye lidarxistin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Serokê parlementoya Îtaliyayê kêfxweşiya xwe û welatê xwe a li hember peyvendiyên bihêz yên di navbera Îtaliya û Kurdistanê de diyar kir û ragihand ku, pêwîste peyvendiyên han hîn bihêztir û berfiretir bibin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Îraqê û Deverê jî hate nîqaşkirin û Serokê Parlementoya Îtaliyayê rola Kurdistan û Serokê Kurdistanê di warê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraq û Deverê de bi roleke girîng û erênî wesif kir.
