• Thursday, 05 February 2026
logo

Îsmet Şerîf Wanlî ji nav me bar kir

Gulan Media November 10, 2011 Nûçe
Îsmet Şerîf Wanlî ji nav me bar kir
Rewşenbîr, bîrmend û siyasetmedarê Kurd, profesor doktor Îsmet Şerîf Wanlî duh li bajarê Swîsreyê li nexweşxaneya Lozanê bo cara dawiyê çavên xwe girtin û ji nava gelê xwe bar kir.

Îsmet Şerîf Wanlî ku bi eslê xwe ji bajarê Wanê ye, sala 1924`an li Şamê hate dinyayê û di dema perwerdehiyê de beşdarî xebatên Xoybûnê dibe û rastî têkoşerên û rewşenbîrên wek Celadet Ali Bedirxan, Qedrî Can, Ekrem Cemîlpaşa û Nuredîn Zaza tê û ew bi hev re ji bo gelê xwe dest bi çalakiyên xwe dikin.

Li Lubnanê, Fransayê û Amerikayê perwerdehiya xwe dom dike û zimanê xwe jî di sirgûniya xwe de hîn dibe. Ji bo vê yekî jî Wanlî gotibû ku "Her kes li welatên din zimanê xwe ji bîr dike, lê ez Kurdî li derve hîn bûm."

Wanli sala 1948`an li Lozanê perwedehiya xwe ya mafnasiyê bi serî dike û sala 1955`an bi Parlementoya Kurdên li Sirgûnê re dixebite.

Sala 1956'an tevî 18 hevalên xwe Komela Xwendekarên Kurd li Ewropayê damezrand û ji sala 1958`an heta 1962 Wanlî serokatiya komeleyê kir.

Wanlî, di destpêka şoreşa Îlonê ya başurê Kurdistanê de, bû nûnerê Ewrupayê yê Mela Mistefa Barzanî. Her weha Wanlî komîtek ji bo mafên gelê Kurd li derveyê welat saz kir.

Profesor Wanlî di sala 1970'an de bawernameya xwe ya doktoriyê wergirt, bawernama wî lêkolînek li ser şoreşa başûrê Kurdistanê bû. Sala 1985'an bi hin hevalên xwe ve "Yekîtiya Huqûqzanên Kurd li Ewropayê" damezrand û serokatiya vê saziyê kir.

Piştî şikestina şoreşa başûr sala 1975'an, Ewrupayê di 7.10.1976'an de rêjîma Êraqê hewl da ku wî bikujin, di encamê de bi giranî birîndar bû.

sala 1995'an bû Serokê Înstîtûta kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlînê. Dîsa wê salê bû endamê Parlemanê Kurdistan li derveyî welat (PKDW). Di sala 1999'an de bû serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).

Xendan
Top