Serok Barzanî Serdana Nuneratiya Komkara Erebî Li Birûkselê Kir
Di destpêka vê hevdîtina han de Emîndarê Konsulusên Welatên Erebî yên li Ewrûpayê bi germî bixêr hatina Serok Barzanî kir û ragihand ku, şanazî û serbilindiyeke gelek mezine ku, îro Serok Barzanî di navbera xwe de dibînin.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser rola Serok Barzanî di warê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de û her weha rola Serok Barzanî di warê cîhbicîh kirina prosesa siyasî ya Îraqê de bi roleke girîng wesif kir.
Di dirêjahiya hevdîtina han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û rewşa siyasî û abûrî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de ji Beşdarwanan re rave kir.
Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de rewşa giştî ya Îraqê jî şîrove kir û balkêşande ser kêşeyên heyî yên li Îraqê û diyar kir ku, çareser kirina tevahiya wan kêşeyên heyî di nava destûra bingehîn a Îraqê de hatiye destnîşankirin lewre pêwîste tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraqê ve bin.
Di derbarê vekêşandina hêzên Amerîkayê yên li Îraqê de jî Serokê Kurdistanê diyar kir ku, em tevî tevahiya aliyên din yên Îraqê hewl ji bo vê yekê didin ku, piştî vekêşandina hêzên han ti boşatiyeke emnî anjî ewlekarî li Îraqê çê nebe.
Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, ezmûna Kurdistanê bo tevahiya Îraqê ezmûneke girîng û serkeftî bûye.
Serokê Kurdistanê her weha vekirina nuneratiya welatên Erebî li Kurdistanê de jî bi girîng wesif kir.
