Le Figaro: Esed li dijî Tirkiyê Herêma Kurdî dadimezirîne
Le Figaro wiha dinivîse, Hikûmeta Sûriyê bangî Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Salih Muslim kir ku vegere Sûriyê. Partiya Mihemed Salih wekî partiyek nêzî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê danîn. Niha PYD li navçeyên Kurdan ên Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bi hilbijartinê ve mijûle, ji bo civata bajar û bajarokan diyar bike.
Li gor wê rojnameyê Rejîma Esed bi vekirina dibistanek bi xwendin û nivîsandina bi Kurdî amadekarî ji bo navçeyek xwe rêvebirina Kurdî kiriye. Li vê dibistanê jî sirûda Kurdî ya Neteweyî tê xwendin û ew dibistan ji aliyê PYD’ê ve serpereştiya wê tê kirin.
Rojnameya Fransî dibêje, ev pêngava Hikûmeta Sûriyê piştî wê yekê tê ku Enqereyê daxwaz ji Beşar Esed kir ku daxwazên opozîsyonê girîng werbigre û ji bo sazkirina gelek civînên opozîsyona Sûriyê ya li Tirkiyê kiriye.
Li beramberî vê yekê jî Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul gef li Sûriyê xwariye ku “Fikra ragirtina endamên PKK’ê” neke yan “Hewl nede ku ew grûb li dijî Tirkiyê kar bike.”
Li gor Rojnameya Huriyet a Tirkî, Gul gotiye: “Ez bi ciddî pêşniyar dikim û li bendê me ku Şam nekeve leyîstokek wiha metirsîdar. Tevî ku bi baweriya min ew tiştek wisan nakin, lê em hê jî nêz ve çavdêriya rewşê dikin.”
Le Figaro pêşbînî dike ku ev hewldanek a ji aliyê Beşar Esed ve ye û ji bo di siberojê de ger rastî heman çarenivîsa Serokê Lîbya yê hatî kuştin Muammer Qeddafî hat, vê herêmê bikarbîne.
Rojname dibêje, ev pêngava Sûriyê wê ji bo Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bibe wekî ‘Cezayekê.’ Ji ber ku wî bi dijwarî serkutkirina xwepêşanderên Sûriyê şermezar kiriye.
Le Figaro wiha dinivîsîne: “Ne bi rêkefte ku Muslim piştî vegera Sûriyê demek kin ji aliyê rejîmê ve wekî Cîgirê Serokê Lijneya Hemahengiya Guhertina Demokratîk hate destnîşan kirin. PYD xwe ji civata nîştîmanî ya Sûriyê dûrxist. Ew civat li Stenbolê hat damezirandin, tê bawer kirin ku hêzên Rojavayî piştgiriyê lê dikin û li dijî PKK’ê ye.”
Rojname dibêje, terorkirina Mişeel Temo ya despêka meha borî peyamek a ji aliyê Hikûmeta Esed ve ye ku “Kurdê Baş” tenê ew kese yê ji aliyê rejîmê ve piştgiriya wî tê kirin.
PYD beşdarî Kongreya Neteweyî ya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê nebû, meha borî ji bo hevgirtina armanc û karên Kurdî li Sûriyê hat saz kirin. Di kongreyê de biryar hat girtin ku bêyî beşdarbûna opozîsyona Sûriyê, aliyê Kurd guftûgoyê ligel rejîma Sûriyê nake. Herwiha dûh bi beşdariya partiyên ku beşdarî wê kongreyê bûne xwepêşandanek herî mezin hat sazkirin û tê texmînkirin ku hêjmara wan xwepêşanderan nêzî 60 hezar kesan bû.
Herçendî hinek berpirsên PKK’ê nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên Tirkiyê yên li dijî Rejîma Sûriyê nîşandaye, lê Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan di hevpeyvînek dawî ligel Rûdawê de diyar kir ku ew piştgiriyê nadin rejîma Beşar Esed. Divê Kurd ji bo mîsogerkirina mafê Kurdan li Sûriyê dergehê guftûgoyê ligel opozîsyon û rejîma Esed jî negire. Lê di heman demê got ku modêla take hizbiyê li cîhanê nemaye.
Rudaw
