Kurdistanî - Şandeya Bilind a BDP û KCD Serdana Kurdistanê Kirin û bi Celal Talebanî re Dîdar Kirin
Şandeya bilind a BDP û KCD ji heryek ji hevserokên BDP Selaheddîn Demîrtaş û Gulten Kişanak û hevserokên KCD Ehmed Turk û Aysel Tuglok pêk hatiye. Şandeya Kurdên bakûrê Kurdistanê dê bi berpirsên Kurd ên hukûmeta Iraqa federal û hukûmeta herêma Kurdistanê re dîdar û kombûnan saz bikin.
Her di çarçêweya dîdarên xwe de, roja sêşembîyê 08/11/2011 piştî nîvro li bajarê Dokan´ê şandeya bilind a BDP û KCD bi Celal Talebnî serokê komara Iraqê re dîdar kirin.
Şandeya bakûrê Kurdistanê bi germî ji alîyê Celal Talebanî serokê komara Iraqê ve hat pêşwazîkirin. Di dîdarekê de, Celal Talebanî bi germî bi xêr hatina wan kir û hêvî kir, ku serdana wan bo herêma Kurdistanê tije xêr û berekt û serkevtî be.
Ji alîyê xwe ve jî şandeya BDP û KCD bi boneya cejna qurbanê pîrozbayîyên xwe pêşkêşî serok Talebanî kir û ji bo bi germî pêşwazîkirin ji wan sipasîya wî kirin.
Li gor agahîyan, dê şandeya bakûrê Kurdistanê li ser mijarên wek bûyerên deverê û rewşa sînoran û peywendîyên navbera Iraqê û Turkiye bi berpirsên Kurd ên herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê re guftûgoyan bike û nerînên xwe bi wan re biguherîne.
şandeya BDP û KCD di dîdara xwe de ya bi serokê komar re basa bûyerên niha yên li bakûrê Kurdistanê û Turkiye û pirsa Kurd a li Turkiye û rewşa sînorên navbera Iraqê û Turkiye kiribe.
Hefteya derbasbûyî li bajarê Istanbul´ê jî, heman şandeya BDP û KCD bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê re dîdar kiribûn.
