• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Parlemena Belçîka ve hate pêşwazî kirin

Gulan Media November 7, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Parlemena Belçîka ve hate pêşwazî kirin
Duh 07.11.2011 li Bruksela paytexta Belçîka li avahiya Parlemena wî welatî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Andrê Flutin Serokê Parlemena Belçîka ve hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de Serokê Parlemena Belçîka xweşhaliya xwe bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê û hevdîtina cenabê wî derbirî û rola birêz li pêvajoya siyasiya Iraqê û cîhgîrkirina bingehên demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bi bandorî wesif kir û bilind nirxand.

Serokê Parlemena Belçîka bi girîngiyê ve behsa Herêma Kurdistanê û rol û pêgeha Herêmê li Iraq û navçeyê kir û ragihand, ku wekî Belçîka mebesta me ewe ji nêzîk ve bi Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê aşînabibîn û her wiha tekez li pêşxistina pêwendiya hemû aliyên li gel Herêma Kurdistanê kir û bi hengavekî girîng wesif kir.

Heman demî de pêşketin û pêkvejiyana birayane û olî û neteweyî û her wiha pêkvejiyana di navbera Kurd û Mesîhî ya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û her du alî tekez li ser danustandina bîrura û şiyana zanistî û zanyariya li navbera Herêma Kurdistan û Belçîka û zanîngehên Kurdistan û Belçîkayê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pêvajo û pêşketinên Iraq û navçeyê bi giştî ronahî kir û behsa pêşketinên Herêma Kurdistanê yên li hemû waran de kir.

Sebaret bi guhertinên navçeyê jî Serok Barzanî da zanîn ku gelên Iraqê bi rûxandina sîstema dîktatoriyetê Iraqa nû damezrand û niha jî li ser arasteya cîhgîrkirina bingehên demokrasiyê de hengavan davêje.

Her wiha Serok Barzanî bi kurtî di derbarê pêşketina Herêma Kurdistanê û pêkvejiyana birayane û olî û neteweyiya li Kurdistanê de axaftinek pêşkêşî ji bo Serokê Parlemena Belçîka kir.

Li beşekî dinê hevdîtinê de sîstema federaliya li Iraq û welatê Belçîka şîrovekir û bîrûra jî di derbarê awayê pêşxistina wê sîstema li Iraqa Federal de hate axaftin.
Top