Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin
Li rêwresma pêşwazîkirinê da Beşir Atalay Cîgirê Serok Wezîr û hejmarek ji Wezîr û Berpirs û Şêwirmendên Serokayetiya Hikûmetê amade bûn.
Li hevdîtina du qoliya di navbera Serok Barzanî û Erdogan da hejmarek mijarên pêwendîdarên her du aliyan û rewş û pêşketinên navçeyê hate nirxandin.
Her li vê hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye bi girîngî hate nirxandin û zerureta berdewam bûn û pêşxistina van pêwendiyan jî hate dûpat kirin.
Hejayî gotinêye her îro Serok Barzanî dawî bi serdana fermiya xwe ya Tirkiye anî û berev Ewrûpa birêket.
