Serokê Herêma Kurdistanê cejna qurbanê li gelê Kurdistan û musilmanên cîhanê pîroz kir
Bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz ve, xweştirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hizb û aliyê siyasiyan û sercem misilmanên Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî jî li Haciyên Kurdistanê ku niha li mala yezdan û mezarê pîrozê pêxemberê me yê mezin Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bê) rêwresma Hecê bi cîh digihînin.
Hêvîdarim hemû rojên gelê me şadî û xweşî bê û cejna îsal bibê cihê xêr û xweşiya hemû aliyek û aştî û bextewerî xwe li ser Iraqa Federal da bikêşê û Kurdistan jî bikevê qonaxekî dinê avadankirin û binyatnan û pêşxistina giyana birayetî û yekrêzî û pêkve jiyana ku îro bûye hêmaya jiyana serdemiyane.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09/Zilhulce/1432 ê Koçî
05/Tişrîna duyem/2011 Zayînî
