Cenazeyên 9 gêrîlayên HPG'ê anîn Meletiyê
Di operasyona artêşa Tirk ya li ser Geliyê Tiyarê kû di operasyonê de çekên kîmyewî û bombeyên napalm bikaranî bû û 9 cenazeyên gêrîlayên HPG’ê nehatibûn dîtin, beriya du rojan ji aliyê parêzvanên mafê mirovan, KCD, BDP, malbatên gêrîlayan û gundiyan ve di encama lêgerina li Geliyê Tiyarê de 9 cenazeyên gêrîlayan hatibûn dîtin, îro bi ambûlansan anîn Meletiyê.
Li aliyê din jî malbatên gêrîlayên HPG’ê Reşat Aslan, Aynûr Kirbaş, Çolî Temel û Bereket Aşan kû di encama lêgerînan de hatin dîtin û teşhîs kirin, malbat ji bo cenazeyên xwe wergirin wê serî li dozgeriyê bidin.
ANF
