Serok Barzanî li cihê mayîna xwe pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiye kir
Paşê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Tirkiye daxûyaniyeke rojnamevanî de di derbarê civîna navbera xwe de hinek zanyarî pêşkêşî dezgehên ragihandinê kirin.
Wezîrê Derveyê Tirkiye xweşhaliya xwe û dewleta Tirkiye bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û behsa pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku Tirkiye mala duyema xelkê Kurdistan û Serok Barzaniye.
Her wiha ragihand ku li civînê de behsa wê yekê kirine ku çawa hengavên xwe berev pêşve bibin bi arasteyekî ku hemû pirsên ku li ser tixub û navçeyê heye, bi gotubêj û raguherîna li navbera her du aliyan da bêne çareser kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi vê serdanê derbirî û pîrozbahiya cejna qurbanê li gelê Tirkiye kir û tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin.
Eşkere jî kir ku li civînê da çend mijar û babetan guftûgo kirine.
Heman demî de Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku nabê tu tiştek birayetiya dîroka di navbera her du gelê Kurd û Tirk têkbide.
