Fransa 24 Kurdan digire
Li gor kanala France24 a Fransa, polîsên Fransa doh li bajarê Parîsê 24 Kurd li gazînoyek a Tirkan girtin. Ew girtin jî piştî şerê navbera Tirk û Kurdên yê li wî bajarî derketî de pêkhat.
Roja 30.10.2011an şerek mezin navbera Kurdên alîgirê PKK’ê û Tirkên nasyonalîst ên li Parîsê derket. Ji ber wê sedemê çend ciwanên Tirk birîndar bûn.
Balyozê Tirkiyê yê Fransa di belavokek fermî de dilgiraniya xwe ji Wezerate Navxwe û Derve ya Fransa re ragihandiye. Herwiha polîsên Fransa bi wê yekê gûnehbar dike ku nekarîne xelkê kontrol bikin. Ev jî bûye sedem ku zerer bigihe Tirkan. Piştî vê daxuyaniyê, polîsên Fransa 24 Kurdan bi wê tometê digirin.
Rudaw
