• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Îranê du birayên Kurd çaverêyên darvekirinê ne

Gulan Media November 2, 2011 Nûçe
Li Îranê du birayên Kurd çaverêyên darvekirinê ne
Du çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê bi navê Luqman û Zaniyar Muradî saleke ji aliyê desthilatdarên Îranê bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin û niha jî çaverêyên cîbicîkirina cezaya xwe ne.

Li gor nûçeya malpera rêxistina lêborînê ya navnetewî `Amnesty International`, Luqman û Zaniyar Muradî ji 22.12.2010an ve bi cezayê darvekirinê hatine mahkûmkirin, bi guneha ku kurê meleyekî bajarê Merîwanê kuştine û sîxurî ji dewleta Brîtanyayê re kirin.

Li gor vê nûçeyê, Zaniyar Muradî di Tebaxa 2009an de hatiye girtin û birayê wî Luqman jî di Cotmeha 2009an de hatiye girtin û ji wê demê ve, herdu bira ketine gelek zindanan û niha jî berpirsên Îranê ji xizmên wan re gotine ku di demeke nêzîk de herdu tên darvekirin.

Di dirêjiya nûçeya han de hatiye ku Luqman û Zaniyar di zindanê de rastî lêdan û îşkenceyeke zêde hatine û berpirsên zindanê jî ji kesûkarên wan re gotine ku “pêwîstiya wan bi cilûbergên zivistanê nabe, ji ber ku di demeke nêzîk de wê bên îdamkirin.”

Herwiha rêxistina lêborînê ya navnetewî `Amnesty International` eşkere jî kir ku, niha 13 çalakvanên Kurd di zindanên Îranê de li benda darvekirinê ne ku di nav van 13 çalakvanan de jî jinek jî heye, ev jî ji ber ku qaşo pêwendiyên wan bi rêxistin û partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re hene.

Rudaw
Top