• Friday, 06 February 2026
logo

Wezareta Saxlemî ya Herêmê: Di Navbera 18 Mihan de 6 Kompaniya Dixe Lîsteya Reş

Gulan Media November 2, 2011 Nûçe
Wezareta Saxlemî ya Herêmê: Di Navbera 18 Mihan de 6 Kompaniya Dixe Lîsteya Reş
Li berdewamiya hewldanên wezareta Saxlemî ya Herêma Kurdistanê bo kontirolkirina derman û pêdawîstiyên nûjdarî yên dem derbasbûy û sextet, di navbera 18 mihên derbasbûy de, şeş kompaniyayên pêdivîyên nujdariyê, dixe lîsteya reş.

Di ragihandineke wezareta Saxlemîyê de, şeş kompaniya xistina lîsteya reş, ji ber ku, dermanên dem sere derbasbûy û pêdiviyên nujdariyê yên sexte tanîne herêma Kurdistanê û tevî 5 kompaniyayên din ku bi sedema karên wan yên xirab di biwarên tendûristiyê de û kêmxemiya wan di vî alî de, wan dike lîsteya reş.

Herweha di wê belavokê de hatiye: Weke wezareta Saxlemîyê hewldanên me dê berdewam bin da ku rê li ber anîna dermanên demsere derbasbû bigirin û bikaranîna pêdiviyên nujdariyê yên sexte herêma Kurdistanê ne hêlin.
Top