• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mele Bextiyar: YNK bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina parêzgehan dibe

Gulan Media November 1, 2011 Nûçe
Mele Bextiyar: YNK bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina parêzgehan dibe
Berpirsê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar li Melbenda YNKê ya li Çemçemal di civînekê de got: “Wê YNK bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina civata parêzgehan bibe.”

Mele Bextiyar di berdewama axaftinên xwe de got: “Tevî ku em ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hevpeyman in û rêkeftina stratejî navbera me de heye, lê YNKê biryar girtiye ku bi lîstek cûda beşdarî hilbijartinên bê bibe.”

Endamekî Serkirdayetiya YNK’ê got jî: “Heta niha yekalî nebûye emê bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina bê bibin yan na.”
Top