Gultan Kişanak: ji ber zilmê, AKPê dê têk biçe
Kişanak, di civîna koma parlamentoyê ya BDPê de axivî û got, hikûmet di mudaxeleya erdheja Wanê de serkeftî nebû û wiha an ziman, “Hikûmetê li xwe mukur hat ku li Wanê lawaz bû. Piştre hemû kêmasiyên xwe di serê BDPê de vala kirin.”
Hevseroka BDPê, operasyonên KCKê jî rexne kir û got, hikûmet dengê dijbere serkut dike û dixwaze siyaseta demokratîk ji holê rake.
Gultan Kişanak, diyar kir, li dijî BDPê propagandeyên qirêj tên kirin û wiha pêde çû, “Hûn dixwazin bi komkujiyê vî gelî teslîm bigirin? Bila alîgirên AKPê vê yekê bizanin, çawa ku di salên 1990î de, yên zilm li gel kirin, têk çûn, AKP jî dê ji ber vê zilmê ji nav biçe. Ji ber ku gel dê her berxwe bide.”
AKnews
