• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Tehranê kir

Gulan Media November 1, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Tehranê kir
Li berdewamiya serdana xwe ya Komara Îslamiya Îranê îro 31.10.2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Nivîsîngeha Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê ya li Tehranê kir û li wir jî ji aliyê berpirsên nûnerayetî û karmendên nivîsîngehê ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Serok Barzanî di axaftina xwe de ji bilî diyarkirina şabûna xwe ya li hember vekirina Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya li Tehranê, her wiha hêvî xwest ku di karên xwe de serketî bin.

Di heman demî de daxwaza wê yekê kir bi canekê tebayî û yekrêzî nûneratiya gelê xwe bikin û hewl bidin di asta kirdarên xwe de xizmeteke baş bi xelkê Kurdistanê û doza wê bigihînin û kar ji bo xurtkirina zêdetirê têkiliyan di navbera Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de bikin.

Nazim Debax Berpirsiyarê Nûneratiya Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina Serok Barzanî û diyarkirina şabûna xwe li hember serdana cenabê wan, soz da ku ew karmendên Nûneratiya Herêmê ya li Tehranê di asta hez û daxwazên gelê Kurdistanê de bin.
Top