• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îranê Civiyan

Gulan Media October 31, 2011 Nûçe
Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îranê Civiyan
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Komara Îslamiya Îranê, îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji aliyê Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de peyvendiyên heyî yên di navbera Îran û Kurdistanê de hatin nirxandin û her dû alî tekez li ser bihêztir û berfiratir kirina peyvendiyên han di her warê de kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, Deverê û Cîhanê jî hate gengeşe kirin û Serokê Kurdistanê û Serokkomarê Îranê tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya heyî ya di navbera her dû aliyan de kirin.
Top