Konferansek ji bo piştgiriya gelê kurd li Sûriyê
Di konferansê de, komek siyasetmedar û kesên serbixwe ji rojava û başûrê Kurdistanê beşdar bûn û pirsa kurd li Sûriyê gotûbêj kirin. Konferansê bi axaftina rêxistina RA dest pê kir bal kişand ser bihara şoreşa gelan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka û hestyariya vê serdemê bo kurdan. Piştre rola şehîd Mîşeel Temo di nav kurdên rojava de ji aliyê kurê wî Faris Temo ve hat ravekirin.
Di konferansê de sê mijar hatin behskirin, ya yekem "Şêweyê peywendiyên di navbera ciwanên hemahengiya şoreşê û partiyên tevgera kurdî li Sûriyê" ji aliyê endamê serkirde yê Şepêla Paşerojê Xerîb Hiso ve hate pêşkêşkirin.
Mijara duyem "Peywendiyên di navbera kom û grûpên ciwanên kurd û grûpên şoreşê li sertaserî Sûriyê" ji aliyê endamê Hevpeymana Gêncên SAWA Xalid Elî ve hate pêşkêşkirin. Mijara sêyem "Rola ragihandinê di şoreşa Sûriyê de" ji aliyê ragihêner û rojnameger Şêrwan Mela Îbrahîm ve hat pêşkêşkirin.
Rêxistina RA bo pirsên netewî di dawiya konferansê çend daxwaz kirin:
1- Bang bo lidarxistina konferanseke netewî ku tê de hemû alî beşdar bibin.
2- Hewldan bo danana encûmenekî bo merceiyeta kurd.
3- Berdewamî di şoreşa Sûriyê de û piştgirîkirina wê.
4- Hewldan bo bidest hênana mafên kurd di encama şoreşê de.
5- Pêwîst e, hemû aliyên tevgera kurd li Sûriyê hewla yekrengiyê û yekrêziyê bidin û bi yek gotarê xwe îfade bikin.
6- Zimanê kurdî bibe zimanê fermî li Sûriyê digel zimanê erebî
7- Danpêdana destûrî bi hebûna gelê kurd û bi mafên wî yên netewî wek neteweya duyem li Sûriyê.
