• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî gihîşte Tehrana paytexta Îran û li gel Wezîrê Derveyê Îranê civiya

Gulan Media October 30, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî gihîşte Tehrana paytexta Îran û li gel Wezîrê Derveyê Îranê civiya
Li roja şemî 29/10/2011 piştî civîna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Elî Ekber Salihî Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îran, li bajarê Tehran civîneke rojnamevaniyê saz kirin.

Li destpêka civînê de Elî Ekber Salihî bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û got me pêwendiyekî dîrokî û rewşenbîrî û olî ya kevin li navbera me de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî wê pêşwaziya germa ku lê hatiye kirin kir û got em tu demek wan hevkariyên Îranê ji bîr nakîn ku li dema xebata me ya li dijî rejîma Sedam, pêşkêşî me kiribûn.

Paşê çendîn rojnamevanan pirsên xwe kirin û li bersîva pirsiyarek da di derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îran, Elî Ekber Salihî got: Pêwendiya di navbera me gelek başe û salane nêzîkî çar milyar dolar danustandinên bazirganî li navbera me de heye û hewl jî didin van pêwendiyan berev pêşve bibîn.

Paşê li bersîva pirsiyarek da di derbarê aloziyên li ser tixub, Serok Barzanî got: Tixuba di navbera Herêma Kurdistan û Îran qonaxekî nû yê emnî bi xwe ve dibînê û di derbarê armanca serdanê jî Serok Barzanî got: Me pêwendiyekî kevin li gel Komara Îslamiya Îranê da heye.

Di derbarê vekişana hêzên Emerîka li Iraq, Serok Barzanî got: Em ne li wê baweriyê dane ku piştî vekişana hêzên Emerîka tu binpêkirineke emnî li Iraqê da rûbide û di derbarê mayina şanzdeh hezar serbazên Emerîka jî Serokê Herêma Kurdistanê got: Me tu zanyariyek li vî derbarî de tûne, lê belê danûstandinên me di derbarê mayina hinek rahênerên Emerîkî berdewamî heye û heta niha jî her du alî negihîştîne tu peymanek.

Li pirsiyarekî Kurdistan TV da di derbarê civîna li gel Wezîrê Derveyê Îran, Serok Barzanî got civîna me li gel Wezîrê Derve gelek erênî bû û gelek tiştê hevbeş li navbera me de heye û me guftûgo li vî derbarî de kir.

Li pirsiyarek da di derbarê rol û kesayetiya Serok Barzanî, Elî Ekber Salihî got: Em Serok Barzanî bi siyasiyekî diyarê Iraqê dizanîn û berdewam li navbera me de guftûgo heye û pirsan pê dikîn û em jê bawerin û her wiha Serok Barzanî rolekî girîng jî li Iraqê da heye û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazîn.
Top