• Wednesday, 04 February 2026
logo

BDPê banga ‘şer rawestînin’ li PKK û hikûmeta Tirkiyeyê kir

Gulan Media October 28, 2011 Nûçe
BDPê banga ‘şer rawestînin’ li PKK û hikûmeta Tirkiyeyê kir
Hevserokên BDPê Selahatîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ragihandin ku di operasyonên bejayî û asmanî yên artêşa Tirkiyeyê ya li Çelêyê de 24 gerîllayan canê xwe ji dest daye û banga “şer rawestînin” li hikûmeta Tirkiye û PKKê kirin.

Demîrtaş û Kişanak di daxuyaniya xwe ya nivîskî de xemginiya xwe ya ji ber mirina 24 gerîllayên PKKê di encama operasyonên artêşa Tirkiyeyê ya li navçeya Çelêyê de derbirîn û diyar kirin ku Tirkiye zûtirê pêdivî aştiyê heye û gotin:

“Em careke din bang li PKK û hikûmetê dikin ku vî şerî rawestînin. Take rêya rawestandina êşên ku tê kişandin, xurtkirina zemînê çareseriyeke bi lihevkirin û diyalogê ye.”

Hevserokên BDPê bang li hêzên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, zanîngeh û hêzên demokratîk kirin kirin ku bo çareserkirina pirsa kurdî pev re kar bikin.

AKnews
Top