Barzanî: Gelê kurd daxwaza serbixweyiyê bike emê pêbendê wê daxwazê bin
Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya digel Televîzyona El Erebiyayê de ku şevdin hat belavkirin got:
“Kurd bi kêmtir û zêdetirê tiştê ku destûra Iraqê jê re diyar kiriye, razî nabe. Eger gelê Kurdistanê bi rêya rapirsiyê serbixweyî ragihand wê demê emê pêbendê wê biryarê bin û digel derçûna biryarê, hemû berpirsiyariya wê bigirin stûyê xwe hetaa serê min jî bê birîn.”
Barzanî her weha hişyariya wê çendê da ku heye ku piştî vekêşana Amerîkayê ji Iraqê li Iraqê şerê navxwe peyda bibe û got, “Ew vekêşan dê deriyê şerê navxwe veke. Lê kurd dê rêgirî li wî şerî bike û ez bi dûr dizanim kurd bibe aliyekî wî şerî çimkî kurd qet nebûne aliyekî mezhebî û nabin.”
Serokê herêmê li ser rêkeftinameya Hewlêrê jî got, “Nakokî heye û herkes li gor bîr û boçûna xwe, rûdanan şîrove dike. Nurî Malikî serokwezîrê Iraqê berpirsiyariyeke mezin dikeve ser mil ji ber ku ew serokwezîr e û fermandarê hêzên leşkerî ye.”
Barzanî li ser hatine hêzên pêşmerge bo navçeyên arîşedar jî got, “Hatina hêzên pêşmerge bo navçeyên arîşedar tenê bo parastina kurdan nîne. Kurd li wan navçeyên dûçarî komkujiya regezî bûne û hikûmeta Iraqê jî çavpoşî kiriye.”
Mesûd Barzanî da zanîn ku kurdên Iraqê bi her awayî piştgirî didin kurdên Sûriyeyê bo bidestxistina mafên xwe lê bêyî penabirina ber şîdetê.
AKnews
