• Thursday, 05 February 2026
logo

Lîsteya Iraqiye ji girtina “endamên Beisî” nerazî ye

Gulan Media October 28, 2011 Nûçe
Lîsteya Iraqiye ji girtina “endamên Beisî” nerazî ye
Parlamenterê Iraqê û gotyarê lîsteya Iraqiye Heyder Mola, diyar kir, di heyama hefteyekê de, 600 kes bi tuhmeta “endamtiya partiya Beis” hatine binçavkirin.

Heyder Mola got, hêzên ewlehiyê bi fermana serokwezîr Nûrî Malikî, dest bi girtina welatiyan bi tuhmeta endamtiya partiya Beis, li hinek parêzgehan kirine.

Mola, diyar kir, piraniya kesên tên girtin, bêfermana dozger tên girtin û ev jî li dijî destûrê ye û binpêkirina mafên mirov e.

Gotyarê Iraqiye, da zanîn, di heyama hefteya borî de, 600 kes bi vê tuhmetê li parêzgehên Bexda, Diyale, Tikrît û Mûsilê haitne girtin.

Heyder Mola, wiha pêde çû, ev girtin û binçavkirin, li ser daxwaza Sûriyê ye, ji ber ku berê ev tişt nebû, lê niha zexta dewletên cîran li ser Malikî vê yekê dide kirin.

Ji aliyekî din, cîgirê wezîrê navxwe yê Iraqê Ednan Esedî, got, heta niha hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîne ji sedî 75ê tuhmetbaran bigirin, ji ber ku ev dixwazin partiya Beis dîsa zindî bikin û dest bi çalakiyên terorê dikin.

Esedî, diyar kir, piştî girtina van kesan, derket ku partiya Beis dixwaze piştî vekişana hêzên Amerîka li Iraqê, li dijî hikûmetê derbeyekê saz bike.

AKnews
Top