Ji ber erdheja duh dibistanên li navçeya me derizîn û pencereyên wan şikestin
Di vê derbarê de mamosta Nîhad Hûsên ji dibistaneka Şêledizê got: “Ji ber erdheja duh dibistanên li navçeya me derizîn û pencereyên wan şikestin. Ji ber rakirina xwendevanan a di dema erdhejê de, çend xwendevan birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê .”
erdhejek bi pileya 5.4 qezaya Amêdî û derdora wê hejand. Ji ber metirsiya dubarebûna erdhejê dibistan hatine girtin.
Mamosteyek ji Komelgeha Sîrê ya girêdaya Amêdiyê got: “Ji ber erdhejê pencereyên dibistanên li vê derê şikestine û zererên maddî çêbûne. Ji ber vê yekê xwendevan şandine malên wan ji ber metirsiya dubarebûna erdhejê dibistan hatine girtin.”
Rudaw
