Hewlêr û Bexdayê 3 komîte ji bo çareserkirina pirsgirêkan ava kirin
Fûad Hisên, îro, ji AKnewsê re daxuyand ku di civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, 3 komîteyên taybet bi pirsa pêşmerge, yasaya petrol û gazê û her wiha benda 140 a destûr hatine avakirin.
Hisên got, “Ew komîte dê îro raportên xwe ji bo dîrasekirina wan pirsgirêkan pêşkêşî her du hikûmetên Iraq û herêmê bikin daku em jî li ser heman bingihê kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikin.”
Hisên ronî kir ku Malikî behsa wê yekê kiriye ku eger ew komîte bigihine encamekê, rêya çareserkirina pirsgirêkan dê were dîtin.
Pêr, şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Berhem Salih û endamtiya her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê û wezîrên Pêşmerge, Darayî, Samanên Sirûştî û hejmarek şarezayên di pirsa pêşmerge, yasaya petrol û gazê û budceya pêşmerge de gihiştine Bexdayê, biryare ew şand heta dawiya vê heftiyê li Bexdayê bimîne.
Duhî, şanda Herêma Kurdistanê digle Malikî û Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî civiya û derbarê pirsgirêkên hilawîstî gotûbêj kirin.
(AKnews)
