PK destjikarberdana 4 parlamenterên Goran pesend kir
Di destpêka rûniştinê de, Serokê PK Kemal Kerkûkî nameya istîfaya her çar parlamenterên Firakisyona Goran (Şaho Saîd, Zana Reûf, Perîhan Qubla û Caefer Elî) xwend ku tê de daxwaz kiribûn ku destjikarberdana wan bê qebûlkirin û mûçeya malnişînê wernegirin û vegerine ser karên xwe yên berê.
Kerkûkî amaje kir ku pirsa wernegirtina mûçeya malnişînê û vegeriyane ser karên berê, girêdayî karên yasayî ye, lewra ew nikarin deng li ser bidin û bi tenê istîfa dê bê qebûlkirin an jî red kirin.
Piştre, destjikarberdana her çar parlamenteran bi piraniya dengên parlamenterên amade hate pejirandin.
Peyvdara Tevgera Goran di PK Aware Hemîd ji AKnewsê re daxuyand ku her yek ji Ferman Îzedîn, Dilşad Hisên, Aheng Arif û Ebdila Mihemed dê şûna wan her çar parlamenteran bigirin.
Duhî, PK destjikarberdana Refîq Sabîr û Ebdila Elî ji Firakisyona Kurdistanî bi piraniya dengan pesend kir.
(AKnews)
