• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li ser raspardeya serok herêmê,Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1 milyon dolar wek alîkarî da lêqewmayên erdheja Wanê

Gulan Media October 25, 2011 Nûçe
Li ser raspardeya serok herêmê,Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1 milyon dolar wek alîkarî da lêqewmayên erdheja Wanê
Li ser raspardeya birêz Mesûd Barzanî serok herêma kurdistanê, hikûmeta herêmê 1 milyon dolar wek alîkarî bo mexdûrên erdheja Wanê ya Tirkiyê, pêşkêşî konsulê Tirkiyê li Hewlêrê kir.

îro şandeke hikûmeta herêmê bi serokatiya cîgirê serokwezîr Azad Berwarî û Dr, Tahir Hewramê wezîrê saxlemyê û Newzad Hadî parêzgehê Hewlêrê û Ebdulselam Reşîd berpirsê peywendî yên digel Tirkîya di fermangeha peywendî yên derve de, serdana kûnsilxaneya giştî ya Tirkiya li Hewlêrê kir û ji aliyê konsulê wî welatî Aydin Selcen ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de, şandeya hikûmetê, serxoşiya hikûmet û gelê Kurdistanê bo hikûmet û gelê mexdûr ê erdheja Wanê nîşan da û bi navê Herêma Kurdistanê, 1 milyon dolar wek alîkarî bo mexdûrên erhejê, pêşkêşî Heyva Sor a Tirkiyê kir.

Şandeya hikûmeta herêmê, amadebûna her cure alîkariyekê bo xelkê Wanê û mexdûrên erdhejê ragihand.

Konsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Aydin Selcen jî, spasiya hikûmet û welatiyên Herêma Kurdistanê kir.
Top