• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê, Sibê Serdana Kerkûkê Dike

Gulan Media October 25, 2011 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê, Sibê Serdana Kerkûkê Dike
Îro Nunerê Serokê herêma Kurdistanê yê li Bajarê Kerkûkê ragihand ku, biryare Sibê Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Bajarê Kerkûkê bike û bi Rayedar û Şîniyên vê Bajarê re çendîn civîn û hevdîtinan saz bike.

Nunerê Serok Barzanî yê li Bajarê Kerkûkê Ebdulletîf Gelî eşkere kir ku, beriya vê ku, Serokê Kurdistanê serdana Komara îslamiya Îranê bike, vê Sibê tevî heyetek ji Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê serdana Bajarê Kerkûkê bike.

Gelî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, vê çar Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê tevî Serok Barzanî serdana Kerkûkê bikin û biryare ku, di vê serdana han de Serokê Kurdistanê bi Parêzgar, Serok û Endamên civata Parêzgehê û çendîn kesayetî û rîş sipiyên vê Bajarê re hevdîtinan pêk bîne.
Top