Li Hewlêrê kampanya komkirina alîkariyê bo mexdûrên erheja Wanê pêk tê
Yek ji sazmankarên kampanyayê Hêmin Enwer, derbarê vê yekê de ji AKnewsê re got, wek erka mirovî û neteweyî, em amade ne alîkariyên welatiyên Kurdistanê bo mexdûrên erdheja bajarê Wanê kom bikin.
Enwer, diyar kir, dê sibê li avahiya saziya Ayende li Hewlêrê, bi fermî kampanya komkirina alîkariyê bê ragihandin.
Enwer, da zanîn, heta niha saziyên PDA, Ayende, saziya kurdî-navdewletî, Mesele, saziya rapirsî ya Biyometre, saziya geşedana ciwanan amadebûna xwe bo komkirina alîkariyên mirovî bo mexdûrên erdheja Wanê, ku heta niha nêzîkî 270 kes mirine û 1090 kes jî birîndar in, ragihandine.
Li Tirkiyê, di encama erdheja bi pileya 7.2 ku duh li bajarê Wanê rû da, heta niha nêzîkî 270 kes mirine û 1090 kes jî birîndar in.
Tê gotin, tirsa wê heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
(AKnews)
