Barzanî dawetnameyeke Esed bo serdana Sûriyê red dike
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Fuad Hûsên da zanîn ku haya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bûyerên niha yên Sûriyê heye û got: ‘’saet bi saet em dişopînin. Herwiha Herêma Kurdistanê rolekî girîng dîtiye di veguhertina bîrûra, rûniştin û gotûbêjan de ligel serkirdeyên siyasî yên Kurdê Sûriyê.’’
Her di çarçoveya vê mijarê de Husên, piştrast kir ku çend meh berî niha dawetnameyeke fermî ji aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed ve ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hatiye şandin da wek Serokê Herêma Kurdistanê serdana wî welatî bike.’’ Hûsên wiha axifî: ‘’Rast e dawetname hatibû, lê serdana Sûriyê nekir. Ne rewşa Sûriyê baş e û ne jî rewşa navçeyê.’’
Fuad Hûsên, behsa serdana vê dawiyê ya şanda Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê jî kir ku Nêçîrvan Barzanî serokatiya wê dikir û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya. Derbarê wê serdana ku piştî êrîşa PKK-ê ya li navçeya Çelê hat, Fuad Hûsên got: ‘’Peywendiya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê ji bûyerekê berfirehtir e, em berê xwe didin pêşeroj û stratêjiyetê, lê belê ligel vêna jî ew pirsgirêk bi vî rengî çareser nabin, niha li Tirkiyê rewşekê destpêkiriye ku rewşeke siyasî ye û em jî piştgiriya wê rê-çareseriya siyasî dikin.’’
Di beşekî din ê wê hevpeyvînê de, Fuad Husên derheqê sedema destnîşannekirina cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê de, red kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî wek namzetê YNK-ê red kiribe û got: ‘’Ti têbîniyên cenabê Serok li ser kesî nînin û heta niha YNK-ê hîç kesek bo wî postî nekiriye namzet heta bibêje belê yan nexêr.’’
