Nîjadperestên Tirk bi erdheja Wanê kêyfxweş bûn
Di hinek malperên înternetê de têkildarî erdheja Wanê li dijî kurdan bû sedema şîroveyên nîjadperest yên "Înşallah dê kambaxtir bibe." Piştî li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerê 19ê cotmehê ku 24 leşker hatin kuştin de li gelek aliyên Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin û al hatin daliqandin. Piştî vê êrîşê li Wanê erdhej pêk hat û kesên nijadperest wekî afetekê ev yek nedîtin û bi gotinên nîjadperest ên "Înşallah dê kambaxtir lê bê" nêzîk bûn. Spîkera kanala Haberturkê ya bi navê Duygu Canbaş jî tevlî van nîjadperestan bû û wiha dest bi bernameya xwe kir: "Agahiya erdhejê her çiqas ji Wanê hatibe jî em xemgîn kirin" Ev yek bû sedema nerazîbûnan. Ev gotin ji aliyê gelek qunçiknivîsan ve hate şermezarkirin.
Hewildana astengkirina kampanyayan
Malpera Nûçeyan a Elmadag jî nêzîkahiya xwe ya nîjadperest nîşanda. Piştî erdhejê li ser malperên civakî kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Malpera Nûçeyan a Elmadag dest ji nûçegihaniyê berda û li dijî kampanyayên alîkariyê bi gotina "ev alîkarî ji aliyê weqfên nêzî PKKê ve pêktên tên kirin" weşand û xwest ku kampanyayan asteng bike. Nûçeya Elmadagê xwest ku kampanyaya Şaredariya Wanê jî şer bike. Rojnama Rûdaw
