Erdheja Duhokê 6.6 bû, lê çi ziyanen madî û giyani nebun
Hat zanîn ku erdheja dohî bajêrê Wanê û çend bajêrên din li Kurdistana Turkiya hejandin, jêderên fermî li Duhokê xoyakirin ku wê kartêkirin li Duhokê jî kir lê ziyan nebûn.
Umêd Mesom Mayî rêveberê keşnasiyê û bîvelerzan li Duhokê bo ragehand: Li sat 1.41 piştî nîvro bi demê herêmê, bîvelerzekê bi hêza 7.2 li bajêrê Wanê li Kurdistana Turkiya da ku 256 km dûre ji bakorê rojavayê parêzgeha Duhokê, ji encamê wê bîvelerzeka bi hêza 6.6 li dûv pîverê rêxterî li bajarê Duhokê jî da, lê xweşbextane şi ziyanên madî û canî nebûn.
