• Tuesday, 03 February 2026
logo

Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja bajarê Wanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye kir

Gulan Media October 24, 2011 Nûçe
Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja bajarê Wanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo karesata bajarê Wanê li peyamek de hevxemiya xwe û gelê Herêma Kurdistanê ji bo Abdullah Gul Serok Komar û Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye derbirî ku eve jî naveroka wê ye:

Ji bo birêz Abdullah Gul Serok Komarê Tirkiye û Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye.

Bi mixabinî min nûçeya erdheja bajarê Wan û dewrubera wê bihîst, ku bi wê sedemê hejmareke zêdeyê hemwelatiyan bûne qurbanî û ziyanekî mezin jî gihandiye.

Bi vê xemgîniyê hevxemiya xwe û gelê Herêma Kurdistanê derdibrim û serxweşiyê jî li we û kesukarê qurbaniyan dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebirê bide we û qurbaniyan bi bihûşta fireh şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/10/2011
Top