Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Mîrê Şahnişîna Erebiya Sû'ûdî kir
Birêz cenabî Melîk Abdullah Bin Abdulezîz Al Sû'ûd
Melîkê Şahnişînê Erebiya Sû'ûdî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî û bi xemeke mezin ve me nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî rêzdarê paşayetiya Mîr Sultan Abdulezîz Al Sû'ûdê birayê we gihîşt me.
Bi vê xemginiyê ve bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistana Iraqê pirse û serxweşiyê li cenabê we û tevahiya endamên malbata we ya birêz û gelê Sû'ûdiye dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber rehmeta xwe û bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23.10.2011
