• Thursday, 05 February 2026
logo

Erdhejek din bi hêza 5 rexter li bajarê wanê dide

Gulan Media October 23, 2011 Nûçe
Erdhejek din bi hêza 5 rexter li bajarê wanê dide
Îşev demijmêr 9:30 erdhejek din li bajarê Wanê dide, ev jî piştî çend demijmêran ji erdheja ku bi hêza 7.3 bi pîverê rexter îro piştî nîvro li heman bajar da û di encam de bi sedan kes bûne qurbanî.

dezgeha weberhênana herêma kurdistanê jî ragehand ku wan 5 milyon dolar wek alîkarî bo qurbaniyên bajarê wanê terxan dikin.

Tê gotin ku ta niha dewletê di warê pêşkêşkirina alîkariyan de bê denge û tenê şaredariya Wanê ya bi ser BDP'ê ve bi hemû derfetên xwe ve alîkariyê pêşkêş dike.

Serok wezîrê Turkiyê Receb Teyib Erdogan jî vê şevê geheşte bajarê Wanê.
Top