Serokê Herêma Kurdistanê: Heta dawiya îsal tû guhertinek li Hikûmeta Herêmê nayê kirin
Ev demeke li medya de behsa guhertina Hikûmeta Herêmê tê kirin û li vî derbarî de daxuyaniyên cûr bi cûr ji aliyê hinek ji berpirsan ve ji bo wan medyayan didin ku têde bi dilê xwe nêrîn û dîtinên cuda derdibrin.
Bi gelê Kurdistanê radigihînim ku di derbarê wê meseleyê de min li gel birêz Serok Mam Celal şêwiriye ku heta dawiya îsal tû guhertinek nayê kirin û li sala nû de hengavên pêwîst ji bo wê dihêne avêtin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22/10/2011
