• Tuesday, 03 February 2026
logo

Daxwaz tê kirin ku kurd vegerin ser ola xwe

Gulan Media October 23, 2011 Nûçe
Daxwaz tê kirin ku kurd vegerin ser ola xwe
Civata Bilind a Zerdeştiyên Med, di ragihandinekê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin, vegerin ser ola Zerdeştî çimkî Zerdeştî ola resen ya kurdan e. Wezîrê Diyanetê yê Herêma Kurdistanê jî dibêje oleke bi wî rengî nîne û bangkirina bo Zerdeştî ji aliyê şer’î ve qedexe ye.

Di vê ragihandinê de ku bi rêya Facebookê û çend malperên din hatiye belavkirin, behsa têkiliyên di navbera kurdan û Zerdeştî tê kirin û tê gotin:

“Kurd jî wek her neteweyeke li ser vê dinê xwedî ola xwe ne. Lewra bo ragirtina mala kurdan û zindiyetiya neteweyî, em bang li xelkê Kurdistanê dikin ku bibin zerdeştî.”

Di beşeke din a ragihandinê de qala çawaniya Zerdeştîbûnê tê kirin û amaje bi wê çendê tê kirin, kesê ku dibe hilgirê vê olê, pêwîst e destpêkê bi aveke paqij xwe bişo û cilê spî li xwe bike û bi sê girêyan, piştênek li pişta xwe bibeste ku ew jî wek hêmayek bo hersê payeyên ola Zerdeştî ku ‘kirdarê baş, zimanê şerîn û hizra baş’ e.

Wezîrê Diyanetê yê Kurdistanê Kemîl Hacî Elî jî bi dijwarî banga vê civata red kir û da xuyakirin ku bangên bi vî rengî li dijî îslamê ne.

Serokê Komîsyona Diyanetê ya Parlamentoya Kurdistanê Beşîr Xelîl jî got, “Herçende pevrejiyana olan li Kurdistanê heye lê em bi dijwarî çêkirina her olekê red dikin. Fikrekî bi vî rengî bo xelkê Kurdistanê karesat e.
avestakurd/D.M
Top