Zemîlerzekê bi Rêjeya 6.4 Bajêrê Duhok Hejand
Cihgirê rêveberîya Desteya metreyologiyayê parêzgeha Duhokê, Serdar Ehmed, ji PNA re ragihand, ku evroj li demjimara yek û 45 xulekan piştî nîvrojê zemîn lerzekê mezin bi rêjeya 6.6 li angora Desteya metreyologiya Li bajêrê Baxdadê, bajêrê Wanê li Kurdistana Turkîya, bajêrê Duhokê û bajêroka Amêdî bi rêjeya 6.4 hejand, xelkê Duhokê pê hest kirin.
Weha jî ragihand, ku navenda evê zemîn lerzê ji Duhokê dûre û ji bo maweya yek xulekê hat berdewam kirin.
Eve cara yekê ye, ku wek evê zemîn lerzê li Duhokê digire, hemû xelkê evê parêzgehê hest bi evê zemîn lerzê kirine, malê ewan hatîye hejandin, herweha tirseka mezin ji alîyê xelkê ve hatîye diristkirin, ji xanîyên derkevtine, belê ti zîyaneka gîyanî li evê parêzgeha ne hatîye encamdan.
PNA
